Fermandariya Pêşmerge: Ti rolekî PKKê li Şingalê tune ye
Fermandehiya Hêzên Pêşmerge li Şingalê red dike ku ti rokekî PKKê li navçeyê hebe, herwiha nûçeyên ku dibêjin hêzên YPG û YPJê derbasî nav Şingalê bûne bi dûr ji rastiyê dide zanîn.
Fermandariya Hêzên Pêşmerge li Şingalê îro, 11ê Mijdarê, daxuyaniyek belav kir û têde ragehand ku ew agahiyên dibêjin YPJ û YPGê yên ser bi PKKê ve çûne nava Şingalê, dûrî rastiyê ne.
Di daxuyaniyê de hatiye jî ku “televîziyonên Kurdsat News a nêzîkî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Newroz Tv a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), belavkirine ku hêzên YPG û YPJê derbasî nava Şingalê bûne.”
Herwiha Fermandariya Hêzên Pêşmerge diyar kiriye ku: “Em li vir hemû aliyekê agahdar dikin ku ev cureyên propagandayan nerast û dûr in ji rastiyê. Armanc ew e ku rola pêşmerge were kêmkirin û berdêla ku gelê Kurdistanê bo rizgarkirina Şingalê daye, neyê dîtin.”
Herwiha di daxuyaniyê de bi tundî rexne li helwest û siyasetên PKKê yên li Şingalê û derheqê Kurdên Êzdî de hatiye girtin û Fermandariyê nivîsiye: “PKK ku ti rolekî wê li deverên nîne û tenê destkevtek jî bo xelkê Êzdî û gelê Kurdistanê nebûye, bi rêya belavkirina propagandayên bêbingeh û derew dixwaze dualîtiyê di navbera xuşk û birayên me yên Êzdî de derxîne.”
Fermandeyiya Hêzên Pêşmerge herwiha PKKê wek astenga li pêşiya rizgarkirina Şingalê ji dest DAIŞê binav dike û wiha berdewam dike “Ew demek e ku PKK bûye asteng li berdem rizgarkirina Şingalê û li bendê dimînin heya ku pêşmerge êrişî dijmin bike û xwînê bibexşe, piştre ew jî bên û serkevtina pêşmerge bidizin û xwe bikin xwediyê serkevtina pêşmerge.
Fermandehiya Hêzên Pêşmerge li Şingalê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her wek çawa dorpêça li ser Çiyayê Şingalê şikand û 3 riyên sereke bo devera Şingalê azad kir, niha jî pilana xwe heye û pişt bi xwedê Şingal dê ji destê terorîstan were azadkirin û tenê Pêşmerge dikarin azad bikin û aramî û asayişî û pêşerojeke geş bo xwîşk û birayên Êzîdî misoger bike.”
Rudaw
