Li Silopî teqîn – 3 polîs hatin kuştin
Duh êvarê li nav bajarê Silopî yê Bakurê Kurdistanê, dema panzera hêzên polîs derbas dibû, bombe pê de teqiya.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de 4 polîsên ku di nav panzerê de bûn bi giranî birîndar bûn lê 3 ji wan li nexweşxanê can dan, rewşa yê din jî ne baş e.
Piştî bûyerê operasyon hat destpêkirin û di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de şer derket. Tê gotin ku heta niha jî şer didome.
Rudaw
