AK Partî: Dibe ku hevdîtin ligel Ocalan çêbin
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Omer Çelik piştî civîna AK Partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist û pirsên rojanamevanan bersivand.
Omer Çelik pirsa “Gelo hevdîtin dê ligel Ocalan were kirin” wiha bersivand:
“Bi tenê ne ligel birayên me yên kurd, em dê ligel tevahiya birayên xwe re hevdîtinan pêk bînin. Rêxistinên civakî yên sivîl muxatab in. Çênabe aliyên siyasî ligel Ocalan bicivin. Heger pêwîstî hebe, ji bo ewlekariya dewletê û berjewendiyan hevdîtin dikare were kirin.”
Çelik amaje kir Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe tenê wek muxatab dibîne, lê tiştê wisa çênabe û wiha got:
“Partiyên siyasî yên gotinan wan ên di vê mijarê de hene û pêkhatên civakî muxatab in. Ne tenê pêkhatiyên din, alîyên din ên kurdan jî veder dikin.”
“Projeya Biratî û Yekîtiyê ya Netewî”
Omer Çelik derbarê paşeroja “pêvajoya çareseriyê” de jî got, pêvajoya li Tirkiyeyê navê wê ne pêvajoya çareseriyê yê û wiha pê de çû:
“Navê pêvajoya li Tirkiyeyl beriya niha pêvajoya çareseriyê bû, lê niha Projeya Biratî û Yekîtiyê ya Netewî ye. Gotina pêvajoya çareseriyê nerast e.”
Rudaw
