• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrê berê yê Pêşmerge: Normal e PKK tevlî operasyona Şingalê bibe

Gulan Media November 11, 2015 Nûçe
Wezîrê berê yê Pêşmerge: Normal e PKK tevlî operasyona Şingalê bibe
Fermandeyê Yekîneya 70 a Pêşmerge û Endamê Polîtboruya YNKê Ceifer Şêx Mistefa dibêje, heya niha dema rizgarkirina Şingal û Mûsilê ne xuya ye. Şêx Mistefa her wiha dibêje, li gorî min pir normal e ku PKK tevlî operasyona Şingalê bibe.

Fermandeyê Yekîneya 70 a Hêza Pêşmerge Ceifer Şêx Mistefa ku niha Berpirsê nniya başûrê Kerkûkê ye, di hevpeyvîneke ligel Rûdawê besha şerê kontrolkirina Şingalê, operasyona Mûsilê, serdana şanda Pêşmerge bo Ewropayê û çend mjarên din ên taybet bi Başûrê Kurdistanê wek kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û zanyarî dan.

Şêx Ceifer, ku di kabîneya heftem de Wezîrê Pêşmerge bû, di wê hevpeyvînê de behsa serdana şanda Wezareta Pêşmerge bo Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê kir û ragihand, ku wan di serdana xwe de daxwaza gellek tiştan ji welatên Ewropayê kir, heta wan daxwaza helîkopteran jî kir.

Fermandeyê Hêza 70 a Hêza Pêşmerge herwiha dide xuyakirin, heya ku DAIŞ li Mûsilê bimîne, metirsiya ser Başûrê Kurdistanê her dimîne.

Ev jî hevpeyvîna Rûdawê ligel Şêx Ceifer Şêx Mistefa ye:

Rûdaw: Endamên şanda we bo Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê li ser kîjan bingehî hatibûn danîn?

Serdan li ser vexwandina Parlamentoya Yekîtiya Ewropay û bi hevrêziya ligel Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Brukselê bû. Şand jî pirranî fermandeyên Hêza Pêşmerge bûn ku ji destpêka şerê DAIŞê ve li eniyên şer in. Mebesta wan ew bû ku ji nêzîk ve guh bidin fermandeyên leşkerî, bi taybet derbarê gef, şiyanê û metirsiyên DAIŞê bo ser deverê. Xuya ye ku pêştir hinek ji parlamenteran serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ji nêzîk ve serdana çeperên pêşmerge kiribûn û gehremanî û wêrekiya pêşmerge ji Parlamentoya Ewroapyê re veguahstibûn.

Rûdaw: Wan piştî ku guh dan we, ji we re çi gotin û çi soz dan we?

Bêguman pêşmerge dengvedanek baş li derve çê kiriye û her ji ber ku em pêşmerge bûn, bi çepikan pêşwazî li me kirin.

Rûdaw: We daxwaza çek ji Hêza Pêşmerge re kir?

Diyar e Parlamentoya Ewroapyê çek û teqemenî nînin. Lê belê me daxwaz ji wan kir, ew ji wan welatên endam in, pêwîstiyên pêşmerge her ji cilûbergan heya baştirîn curê çek, helicopter, kelûpelên xweparastin ji çekên kîmyayî, amûrên teqandna mîn û herwiha çekên giran dabîn bikin. Wan jî soz daye ligel welatên xwe biaxivin û pêwîstiyên bixin pêşberî wan.

Rûdaw: Piştî serdana we wisa hat belavkirin ku we gotiye hûn bi çekên kevn jî razî ne. Gelo ev rast e?

Çekên kevn ên wan ne ew çek in ku di destê pêşmerge de ne, belku ew çek in ku di depoyan de n eû pêşkevtî ne. Xwedê bike ew wan çekan bidin me, me ti arîşeyek nabe. Jixwe dibe ku weke çekên di destê pêşmergeyên me de bin? Reng e ew niha bi çekên baştir hêzên xwe teyar dikin.

Rûdaw: Nebûna Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir di nav şandeyê de ti kêmasiyek çê nekir?

Şand bi nav hatibû diyarkirin, di nava kesên vexwandiî de Wezîrê Pêşmerge tinebû. Gellek caran jî şand çûne û wezîr jî pê re nebûye, belku ew kes bûne ku pisporê wî warî bûne.

Rûdaw: Ew vexwandin kengê ji we re hat?

20 roj berî niha

Rûdaw: Yanî piştî dûrxistina Mistefa Seyid Qadir:

Belê.

Rûdaw: Heya mehekê ye ku Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir hatiye dûrxistin. Ti arîşeyek ji wezaretê û eniyê şer re çê nekiriye?

Niha kekê Kerîm Şingalî bi wekalet hatiye danîn û hemû desthilatek heye û karûbaran cîbicî dike. Li eniyên şer jî ti arîşe nînin.

Rûdaw: Berpirsê Ajansa Parastin û Zanyarî Lahûr Talebanî li Peymangeha Washingtonê gellek gilî û rexne li Mesûd Barzanî girt. Tu ligel nêrînên wî yî?

Di rastiyê de min guh nedaye axavtinên wî daku ez nêrîna xwe li ser bêjim. Lê li gorî min divê em zêdetir behsa biratî û yekrêziyê bikin û eger rexneyek me jî hebe em di nav xwe de bînin ziman. Ez ne alîgirê wê me ku em li derve behsa arîşeyên xwe bikin ji ber ku bi wî rengî em nikarin arîşeyan çareser bikin, heta dibe ku em pêşiya wan alîkariyan jî bigirin ku ji me re tên kirin. Rast e nakokiyên partiyan heye gel jî bi gazind in lê nabe em li derve bikevin qirka hev.

Rûdaw: Lahûr Talebanî dibêje, operasyona Hewîce (Kerkûk) ne di berjewendiya kurdan de bû, tu çi dibêjî?

Hêzên amerîkî beriya niha jî operasyonên bi wî rengî kiribûn û hêzên Dijeterorê jî çalakî kiribûn û haya Asayişa Giştî jê çênebibû. Lê operasyona Hewîce operasyonek mezin bû. Di nav dilê dijmin de 69 dîl hatin rizgarkirin. Heta niha li Rojhilata Navîn operasyoneke wiha nehatiye kirin ji ber wê jî nabe em karên hev biçûk bibînin. Hêzên Dijeterora Silêmaniyê jî gellek karên baş kirine.

Rûdaw: Lahûr Talebanî her wiha gotibû, di odeya operasyonên ya Hewlêrê de nûnerê YNKê cîh nagire, rast e?

Rast e, nûnerê me di wê odeyê de nîne lê pêwîst nedikir nûnerê me di odeyê de hebe jixwe kurd tê de heye. Lê eger astengî li pêşiya aliyekî were derxistin wê çaxê em qebûl nakin. Eger operasyonek were kirin û bi çavekî li hemû aliyan were nihêrîn wê demê eger nûnerê YNKê tê de jî nebe tiştek nabe.

Rûdaw: Çima operasyona rizgarkirina Şingalê hat paşxistin?

Îro be yan sibê, Şingal dê her were rizgarkirin lê heta niha dema wê operasyonê nehatiye destnîşankirin. Ji bo her şer û operasyonekê divê tevahiya îmkan û derfetan bên dabînkirin paşê.

Rûdaw: Dibêjin ji ber nakokiyên bi PKKê re ye, rast e?

Hinek arîşeyên biçûk hene lê PKK nebûye asteng li hember wê operasyonê.

Rûdaw: Gelo li gorî te baş e PKK tevlî operasyona Şingalê bibe?

Tiştekî pir normal e. Çi PKK be çi pêşmergeyên Demokrat (Rojhilatî) yan her hêzeke Kurdistanî be, dikare beşdar bibe lê divê hemû di bin fermandehiyek hevbeş de bin.

Rûdaw: Fermana operasyona rizgarkirina Şingalê dê kî bide?

Herêma Kurdistanê û hêzên hevpeyman.

Rûdaw: Hefteya borî çekdarên DAIŞê êrişî bajarokê Dubizê yê Kerkûkê kirin, gelo kîjan hêz di vê bûyerê de xemsar bû?

Ez bawer nakim çekdarên DAIŞê derbasî nav Dubizê bibin lê mixabin îro DAIŞ li her derê Kurdistanê heye. Ew erebên ku ji ber şer reviyane Kurdistanê, hinek ji wan yan hevkarên DAIŞê ne yan jî çekdarên wê rêxistinê ne. Li gorî min bûyera Dubizê tiştekî pir normal bû. Eger hêzên ewlehiyê hişyar nebin dibe carek din jî tiştên wiha biqewimin.

Rûdaw: Tu fermandeyê eniya başûrê Kerkûkê yî, gelo ti tehdîdeke DAIŞê li ser Kerkûkê maye?

Heta DAIŞ hebe ne tenê Kekrûkê tehdîd dike lê hemû Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn tehdîd dike. DAIŞ li her eniyeke şer be li wê derê metirsî heye.

Rûdaw: Livîna wan çawaye?

Her roj bi top, doşka û qennasan êrişî Pêşmerge dikin. Livîna wan niha ji berê zêdetir bûye.

Rûdaw: Bajarê Mûsilê dê kengê were rizgarkirin?

Rizgarkirin Mûsilê girêdayî Iraq û hêzên hevpeyman e. Emê jî alîkariya rizgarkirina Mûsilê bikin, helbet eger pêwîst bike û pêdiviyên şer ji bo me were dabînkirin.

Rûdaw: Mîna pisporekî leşkerî, li gorî te şerê DAIŞê dê heta kengê bidome?

Ev şer, şerekî giran û demdirêj e lê eger Mûsil were rizgarkirin metirsî li Kurdistanê namîne. Lê eger neyê rizgarkirin metirsî dê li ser Kurdistanê bimîne.

Rûdaw: Gellek caran amerîkî dibêjin şerê DAIŞê dê dirêj bike, tu çi dibêjî?

Helbet ew rast dibêjin ji ber ku ew zêdetir ji me dizanin. DAIŞê jî xwe li her derê Rojhilata Navîn de bicîh kiriye.

Rûdaw: Gellek caran te berovajî rayedarên partiya xwe (YNK) gotiye, divê Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne, tu çawa gihîştî vê baweriyê?

Min ti carî negotiye divê bimîne lê ez dixwazin arîşeyên Herêma Kurdistanê bi diyalog û gotûbêjê bên çareserkirin. Dema partiyên siyasî li hev bikin wê demê Kak Mesûd be yan yekî din be divê her kes qebûl bike.

Rudaw
Top