Kurdên Tehranê ji bo hilbijartinên giştî dibin yek!
Li gorî ku hinek sazî û çalakvanên kurd dibêjin, li paytexta Îranê, derdora milyonek û nîv kurd dijîn, ev jî tê wê wateyê ku Tehran mezintirîn bajarên kurdan e li Îranê!
Kurdên Tehranê bi hêza xwe hesiyane û dixwazin vê hêza xwe di hevrikiyên siyasî de jî nîşan bidin. Ew ji niha ve xwe ji hilbijartinên giştî yên Îranê re amade dikin.
Helbet ezmûna kurdên Tehranê di hilbijartinan de cara yekemîn nîne çimkî beriya niha xwe di hevrikiya şaredariyên Tehranê de ceribandin lê bi ser neketin û ti namzedekî kurd deng nehanî.
Yek ji çalakvanên siyasî yên kurd li Tehranê bi navê Mistefa Bêygî, derheqê sedema serneketina kurdan di hilbijartinên şaredariyên Tehranê de got, namzedên ku tevlî hilbijartinan bibûn kesên navdar û naskirî nebûn her wiha kurd û çalakvanên kurd ên Tehranê bi hêza xwe bawer nebûn, rewşa wan a darayî jî baş nebû, dereng dest bi xebatên hilbijartinê kirin û di navbera kurdên şîe û sunnî de jî nakokî hebû…
Mistefa Bêyî her wiha diyar kir ku ji ber wê jî ez ji şikesta berê ders werdigirin û vê carê zûtir dest bi xebatên hilbijartinan dikin û got, em dixwazin ji tevahiya parêzgeh û bajarên Rojhilatê Kurdistanê namzedek naskirî destnîşan bikin.
Kurdên Tehranê dixwazin vê carê bibin yek ji ber wê jî hevalbendiya bi navê “Hevpeymaniya Kurdên Tehranê” ava kirine.
Li gorî agahiyên Mistefa Bêygî, kurdên Tehranê dixwazin beriya hilbijartinan, bi sazî û dezgehên kurdî re her wiha bi siyasetmedar û mezinên kurd re bişêwirin.
Kurdên Tehranê vê carê geşbîn in û dibêjin, eger ji 6 kurdên Tehranê kurdek dengê xwe bide namzedê/a kurd dê bi ser bikevin.
Eger kurdên Tehranê bikarin nûnerekî xwe bişînin Parlamentoya Îranê, dibe bûyerk dîrokî.
Hilbijartinên giştî yên Îranê roja 26ê Sibata sala 2016ê ye. Tomarkirina navê namzedan jî destpêka meha Çileya sala 2016ê ye. Parlamentoya Îranê ji 290 endaman pêk tê.
Rudaw
