• Thursday, 19 February 2026
logo

'Barzanî soza ku da êzdiyan bi cîh tîne’

Gulan Media November 10, 2015 Nûçe
'Barzanî soza ku da êzdiyan bi cîh tîne’

Operasyona azadkirina Şengalê dest pê dike. Ji ber sedama êrîşên hêzên tundrew yên DAIŞ’ê bi herazaran xelkên Şengal’ê koçber bûn û bi sedan kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Niha jî ji bo rizgarkirina Şengal’ê amadekarî gihiştin asta dawî lê bele nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd de dibe sedama derengmayina operasyonê û her wiha navbera hêzên PKK’ê û Pêşmerge ji bo rizgarkirina Şengal’ê gengeşî derdikevin. Li gor çavkaniyên heremê rayedarên amerîkî jî ji hêzên PKK’ê yên li Şengal’ê neraziye.

Bi Serfermandariya Serokê HRK’ê Mesûd Barzanî operasyonên dijî DAIŞ’ê didomin û li gori zanyariyan DAIŞ’ê zirareke mezin dîtiye û hat zanîn ku dê demek nêz de Şengal bi temamî bê rizgarkirin. Bi aliyekî hêzên Pêşmerge şerê germ didomîn e, aliyek din jî hêzên koalîsyonê bi êrîşên esmanî çeperên DAIŞ’ê bombebaran dike. Li gorî zanyariyan bi saya bombebaranan gelekî zirar ji bo DAIŞ’ê çêbûne. Operasyona dijî DAIŞ’ê ji aliê cihanê bi awayekî nêz tê şopandın û nûnerên NY’ê sipasiya li Serokê Herêma Kurdistan’ê kirin ku gele êzdî diparêze û di şerê li hember DAIŞ’ê de serkeftinên mezin bi dest xistiye.

Amadekariyên operasyona berdewam dikin
DAIŞ’ê di meha Tebax’ê ya sala 2014’an de êrîşî Şengal’ê kiribû. Ji bo rizgarkirina Şengal’ê 20’ê Kanûn’a 2014’an de Hêzên YPG/YPJ, Pêşmege û şervanên Êzîdî bi ser Şengal’ê de girtibûn û bajêr dorpêç kiribûn. Her wiha nêviyê bajêr niha bi kontola hêzên kurdî de ye. Aliyek din amadekariyên ji bo rizgar kirina Şengal’ê di domin û hat zanîn ku 7 hezar Pêşmerge dê tewlî operasyonê bibin. Operasyon dê bi serfermandariya Serokê HRK’ê Mesûd Barzanî de birêve biçe. Rayedarên HRK’ê dixwazin YPG, YPJ û TEVDA Şengal û çiyayê Şengal’ê wala bikei Li gorî agahiyan operasyon bi sedama hebûna hzên PKK’ê yên heremê destpê nake. Siyasetmedarên Rojava û Başûrên Kurdistan’ê helwesta Barzanî ya ji bo rizgarkirina Şengal’ê nirxandin û diyar kirin ku Barzanî sozê daye gele êzdî bi cîh tîne û ew ê Şengal’ê ji destê DAIŞ’ê rizgar dike.

Parlemenê PDK’ê Ferhan Cewher: Barzanî sozê xwe bi cîh tîne
Parlemenê PDK’ê Ferhan Cewher ji BasNûçe’yê re axivî. Cewher da zanîn ku Pêşmerge bersiva hemû êrîşên DAIŞ’ê dide û gelek zirarên mezin dide wan. Cewher anî ziman ku Pêşmerge amade ye Şengalê rizgar bike. Cewher bal kişand ser rola Serokê HRK’ê Mesûd Barzanî jî û wiha berdewam kir: “Pêşmerge bi tundî şer dike ku Şengalê rizgar bike, cenabê Barzanî soz daye gelê êzdî û vî sozê xwe jî bi cîh tîne.” Cewher, diyar kir ku derde wan tene azadkirina Şengal’ê ye û ew dixwazin Şengal’ê tevlî xaka Kurdistanê bikin û diyarî hemû gelê kurd bikin. Cewher li ser gotibêjên Kurdistan’ê a serbixwe jî kir û anî ziman ku gava Şengal rizgar bû û xetera DAIŞ’ê ya li ser Kurdistan’ê rabû ê hingê Kurdistan jî azad bibe. Cewher got; “niha armanca me a herî mezin ev e ku em xetera DAIŞ’ê li ser xaka Kurdistan’ê rakin.”

Zikrî: PKK, bi helwesta xwe ve temenê DAIŞ’ê dirêj dike
Parlemenê PDK’ê Amîna Zikrî jî operasyonên li dijî DAIŞ’ê ji bo BasNûçe’yê şîrove kir. Zikrî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengal’ê bibîr anîn û anî ziman ku gelê kurd yên êzdî tu car van êş û elaman ji bîr neke. Zikrî bal kişand ser hebûna hêzên PKK’ê ya li Şengalê jî û wiha axivî: “Armancên PKK’ê û YPG’ê yên cûda li ser Şengal’ê hene, ew dixwazin li Şengal’ê rêxistinekî nû çêbikin, lê ev yêk nayê qebûlkirin û divê PKK çiyayê Şengal’ê vala bike. Çava ku Pêşmerge li Kobanê alikarî da wan û bi şûn de vegeriyan divê PKK jî wiha bike. Hebûna PKK’ê ya li Şengal’ê ji bo yekgirtina kurdan xeter e û divê ji Şengal’ê derkevin. Divê PKK û YPG xeletiyan nekin, niha din av şaşiyeke mezin de ne. Pêvistiya me azadiya Kurdistan’ê ye, azadiya Şengal’ê ye, ne nakokiyên îdeolojîk in.”

“Barzanî yekgirtina kurdan dixwaze”
Zikrî got eger Pêşmerge nebûya ew ê Kobanê biketa destê DAIŞ’ê û Kobanê bi alikariya Pêşmerge hatiye rizgarkirin. Zikri ragihand ku YPG’ê alikariye hebûna Pêşmergeyan a li Kobanê ji bîr kiriye. Eşkere kir ku operasyona Şengal’ê PKK asteng dike. Zikrî wiha got: “Serokê Herêma Kurdistan’ê Mesûd Barzanî soz daye hemû kurdan bi teybet jî êzdiyan û erka xwe jî bi awayekî serkeftî didomîn e. Barzanî ji bere heta niha serxwebûna Kurdistana yekgirtî û tifaqa kurdan dixwaze û ji bo vê dixebite. Serok Barzanî di şerê Şengal’ê de jî herî pêş dimeşe.”

Eli Ewni: Li ser êşa Êzdîyan propaganda tê kirin
Endamê Desteya Rêvebîr yê PDK’ê Eli Ewni jî ji BasNûçe’yê re got; ‘operasyona Şengal’ê ji bo pêşeroja kurdan giring e.’ Ewnî, Serfermandariya Serokê Herêmê Mesûd Barzanî jî vekî nîşaneya girîngiya operasyonê nirxand. Ewnî li ser hêzên PKK’ê û YPG’ê yên li Şengal’ê jî got “cara duyem e PKK bergiriya rizgarkirina Şengal’ê dike.” Ewnî da zanîn ku PKK ji bo propagandayê li Şengal’ê ye û wiha domand: “PKK li Şengal’ê şerê propagandayê dike, derdê PKK’ê ne azadbûna Şengal’ê ye, derdê wan tene propaganda ye. PKK li ser êşên gele me yê êzdî propaganda dike. Ew xeletiyeke gelekî mezin dikin, divê dest ji vî karî berdin û bergiriya rizgarkirina Şengal’ê nekin. Çi kare PKK’ê li çiyayê Şengal heye? Ez fêm nakim.”

“Şengal dê bibe taca serkeftinê’’
Hevseroka Meclîs a Kobanê ya Zagonsaz Fewziya Ebdo jî anî ziman Mesûd Barzanî soz daye gelê kurd û êzdî û eşkere kiriye ku heta tevahiya Kurdistan’ê ji destê DAIŞ’ê paqij nebe ew ê li hember komên tûndrew şer bikin û ew ê gelê kurd ji ber êrîşên komên tûndrew biparêzin. Ebdo di berdewamiya axaftina xwe jî de amaje kir ku ew ê azadiya Şengal’ê bibe taca serkeftina kurdan. Her wiha Ebdo erka Barzanî jî bilind nirxand û axaftina xwe wiha di dawî kir: “Serfermandariya Barzanî ew ê ji bo Pêşmerge û hêzên kurdî bibe moraleke mezin.”

Basnews
Top