• Thursday, 19 February 2026
logo

Altan Tan: Em dikarin li ser sîstema serokatiyê biaxivin

Gulan Media November 9, 2015 Nûçe
Altan Tan: Em dikarin li ser sîstema serokatiyê biaxivin

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan diyar kir ku wan berî jî gotine ew dikarin li ser sîstema serokatiyê û nîvserokatiyê biaxivin û gotûbêjan bikin. Lê ew sultanî û diktotoriyê qebûl nakin.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan ji bo rojnameya Cumhuriyet axivî û got, ‘’Ne tiştek nû ye ku HDP dibêje em dikarin li ser sîstema serokatiyê biaxivin. Gotinên me yên di lijneya destûrê de jî diyar in. Bixwazin bixwînin dikarin bibînin. Em dikarin li ser sîstema serokatiyê jî û nîv serokatiyê jî biaxivin û gotûbêjan bikin. Lê em dîktatoriyê qebûl nakin.’’

Tan derbarê proseya çareseriyê de jî diyar kir ku hikûmetê hemû rêyên hevdîtinan ragirtiye û dibêje heta PKK çekan nedayne gav dê neyên avêtin. Altan Tan amaje bi wê yekê kir ku hikûmet êdî HDP’ê jî nake muxatab û got: ‘’Çi dibe bila bibe divê HDP tekoşîna demokratîk bilind bike.’’

Derbarê aloziyên li navçeyên Bakûrê Kurdistanê de jî Tan daxuyand ku pirraniya xelkê ne alîgirê xendek û pevçûnan e û got: ‘’Bêyî piştgiriya gel sores nabe. Bi kuştin û perîşankirina xalkê mirov nkare serkeftinan bidest bixe. Heger serkeftin bibe jî ew dibe serkeftina Pirusê.’’
Top