• Thursday, 19 February 2026
logo

Şandek ENKSê li Balyozê Rûsya li Hewlêrê civiya

Gulan Media November 9, 2015 Nûçe
Şandek ENKSê li Balyozê Rûsya li Hewlêrê civiya

Îro 9 Mijdarê Şandeke Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ligel Balyozê Rûsya li Herêam Kurdistanê civiya û herdu aliyan rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî gotûbêj kirin.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fêsel Yûsif ji malpera Welatî re ragehand: “Hevdîtinekî pozîtîv bû, Şanda ENKSê tekezî li çareseriya siyasî bo kirîza Sûriyê kir bi mercê ku mafê hemû pêkhateyên welatê Sûriyê bêne cîbicî kirin û parastin, herwiha Rûsya jî ligel vê nerînê ye.”

Herwiha Yûsif got: “Di civînê de pirsgirêka rûbirûbûna Têrorê hata behs kirin, Rûsya jî helwêsta ENKSê di vê mijarê de bilind nirxand.”

Derbarê helwêsta ENKSê ji destêwerdana Rûsya bo şerê li Sûriyê, navborî got: “Em ligel aliyekî li dijî aliyê din nerawestîne, em ligel her helwildanekê ne ku dawî bi kirîza Sûriyê bi şêweyekî siyasî û aştiyane ne, lê bi mercê parastina mafê hemî pêkhateyan e.”

Derbarê pêwendiyên ENKSê ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fêsel Yûsif got: “Me ji aliyê Rûsî re tekez kir ku, em li gel berdewamiya gûtûbêjane ligel PYDê jibo çareser kirina hêmû nakokiyan, çi li ser asta siyasî be çi jî li ser asta leşkerî be.”

Basnews
Top