• Thursday, 19 February 2026
logo

Karayilan: Roj baş AKP`ê,tu heta niha li ku bû?

Gulan Media November 9, 2015 Nûçe
Karayilan: Roj baş AKP`ê,tu heta niha li ku bû?

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bersiva daxuyaniyên serokomarê Tirkiyê û serokwezîrê Tirk ku gotibûn bila PKK`ê çekan bixe binê erdê û werin teslîm bibin da. Karayilan got: Roj baş AKP, tu heta niha li ku bû?

Mûrat Karayilan bi rêya bêtêlê ji hêzên gerîla re axivî, li hemberî gefên Erdogan û Davûtoglû ev bersiv da: Niha Erdogan û Davûtoglû radibin dibêjin ’em ê êrîş bikin’. Madem hûn ewqasî dixwazin êrîş bikin, fermo êrîş bikin. Ser seran ser çavan. Lê ji bîr nekin, li hemberî her êrîşa we, wê qat bi qat bersiv bê dayîn.

Karayilan got: Niha AKP ji me re dibêje ‘çekên xwe bixin binê erdê û werin teslîm bibin’.Ez jî dibêjim; Roj baş AKP, tu heta niha li ku bû? Yên beriya te hemûyan ev bang kirin, lê bersiva xwe girtin. Aqûbeta Çîller û yên din diyar e. Eger AKP vê helwsta xwe bidomîne, wê bersiveke tund û xerabtir werbigire.

Teqez li wê yekê jî kir Karayilan got: Helwesta me ya li hemberî vî şerî zelal e: Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, heta ku Kurdistan xweser bibe, heta ku Tirkiye demokratîk bibe, wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê weke hêzeke azadî û demokrasiyê her tim têkoşîna xwe bilind bike û bersiva pêwîst bide hemû zaliman.

Xendan
Top