• Thursday, 19 February 2026
logo

Farqîn li jêr bombebarana artêşê de ye

Gulan Media November 9, 2015 Nûçe
Farqîn li jêr bombebarana artêşê de ye


Polîs û hêzên taybet ên Tirkiyê îro danê sibehê careke din êrişî 3 taxên navçeya Farqîna Amedê ku ev 7 rojin di bin dorpêçê de ye kirin , her weha ji taxên tên bombekirin, agahî tune ne.

Li gor ajansa DIHA`yê, taxên Mescît, Tekel û Konakê ya Farqînê bi rojane hatine dorpêçkirin û rastî êrîşê tên. Li taxan elektrîk, av, înternet û xetên telefonê ev hefteyeke qut bûne. Nexweş û birîndar nikarin biçin nexweşxaneyan.

Cîgira Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner diyar kir ku danê sibehê êrîşeke giran li hemberî taxên Mescît û Tekelê destpê kir. Tekîner got, "Her du tax tên bombekirin. Helîkopter li ser taxan difirin. Em nikarin ji nava taxan agahiyan werbigirin. Ji ber bombeyên tên avêtin, dûxan ji taxan bilind dibe. "

Parlamentera Amedê Sîbel Yîgîtalp jî ragihandiye got, "Mîna rojên darbeya leşkerî, tevî polîsan leşker jî tankên leşkerî jî li nava kolanan e."

Ji aliyekî dinê ve li navçeya Cizîr a Şirnexê ku di rojên dawî de êrîşên hêzên dewletê berdewam dike, di saetên sibê de polîsên tîmên taybet ên ku li baxçeya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û li ser reya hawîrdor bi wesayîtên zirxî bicih bûn, sikakên Taxa Yafesê gulebaran kirin. Ji ber êrîşa polîsan li dibistanan perwerdehî hate rawestandin û xwendavan jî çûn malê.

Rudaw
Top