• Thursday, 19 February 2026
logo

Di xwepêşandana Dêrkê de alozî derket

Gulan Media November 9, 2015 Nûçe
Di xwepêşandana Dêrkê de alozî derket
Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daketin xwepêşandanê, lê endamên asayişê û alîgirên Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tundî êrişî wan kirin.

ENKSê biryar dabû ku îro li bajarê Dêrikê xwepêşandaneke pirotestokirinê li dijî biryarên Rêveberiya Xweser a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve mîna ferzkirina programa xwendinê, lidar bixe.

Berpirsê Ragihandina ENKSê li Dêrikê Bengîn Hacî Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Dema xwepêşanderan dixwestin bighêjin cihê xwepêşandanê, alîgirên TEV-DEMê rê li pêş wan girtin.”

Bengîn Hac Ehmed wiha got: “Xwepêşanderan xwestin rêya xwe biguhêrin lê rastî êrişa Asayişê û alîgirên TEV-DEMê hatin. Asayişê û alîgirên TEV-DEMê bi hevre li xwepêşander û medyakaran dan û gelek xwepêşander hatin girtin.”


Hac Ehmed wiha domand: “Endamên asayişê bi çekan êrişî xwepêşanderan kirin û nehiştin xelk kom bibin.”

Rudaw
Top