• Thursday, 19 February 2026
logo

Şêx Cafer Mistefa: Bo rizgarkirina Şingalê hîn demek nehatiye diyarkirin

Gulan Media November 8, 2015 Nûçe
Şêx Cafer Mistefa: Bo rizgarkirina Şingalê hîn demek nehatiye diyarkirin

Fermandarekî Hêza Pêşmerge radigehîne ku hîn ti demek diyarkirî bo girtina Şingalê nehatiye dayîn, ti rêgir jî lê pêş wan tune ne.

Fermandarê Yekîneya 70 yê Hêza Pêşmerge Şêx Cafer Mistefa îro 8 Mijdarê ji K24ê re ragehand ku hîn ti demek diyarkirî bo girtina Şingalê nehatiye dayîn, ew gotegotên ku dibêjin cudewaziya di navbera hin hêzan dibin rêgirî li pêş rizgarkirina Şingalê jî, ne rast in.

Derbarê destpêkirina rizgarkirina Şingalê de jî Şêx Cafer got, heta niha hîn ti demjimêr ji destpêkirina wê hilmetê re nehatiye diyar kirin. Şêx Cafer eşkere kir jî ku ji bo hilmeteke wisa pêwîstî bêtir bi amadekirineke baş heye.

Şêx Cafer amaje bi wê yekê kir ku, rola firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî tenê li mihwerê 3 rola wan baş e û bi encam e, lê li du mihwerên din jî ne di asta daxwazan de ye.

Şêx Cafer derbarê serdana xwe ji Perlemantoya Ewropî re jî ragehand ku peyama wan ew bû ku pêwîstiya Hêza Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de bi çekên giran heye, herwiha Hêza Pêşmerge nûnereyatiya hemû cîhanê şer li dijî DAIŞê dike û dikare êrîşên wan jî ji wê navçeyê dûr bixe.

Şêx Cafer derbarê beşdariya Hêza Pêşmerge di kontrolkirina bajarê Mûsilê de jî got, encamdana karekî wisa mezin ne asan e, helbet pêwîstiya wê bi hevahengiya ligel Artêşa Iraqê û Hêza Hevpeymaniya Navdewletî heye.

k24
Top