Îsmaîl Hemê: Xwepêşandana Çilaxa li dijî kiryarên PYD bûn
Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) radigehîne ku siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) cihê şermezariyê ne.
Endamê ENKS Îsmaîl Hemê îro 8 Mijdarê tevlî bultena Êvarname ya K24ê bû û ragehand ku xwepêşandanên roja 7 Mijdarê ya li bajarokê Çilaxayê li dijî kiryarên PYD û Rêveberiya Xewser yê derbarê sepandina xwendina aydolojîk û leşkeriya neçar bûn.
Hemê eşkere kir ku, wan bi salan xebat û têkoşîn ji bo xistina zimanê Kurdî di dibistanan de kir, xwepêşandanên wan ne li dijî xwendina zimanê Kurdî ye, lê li dijî sepandina aydolojiya patîtî û netewa demokratîk li şagirtên dibistanan e.
Derbarê leşkeriya neçar de jî Hemê got ku, bi hezaran xort ji ber vê biryarê ji Rojavayê Kurdistanê koç kirine. herwiha Hemê diyar kir jî ku heger mebesta PYD berevanî ye bila qebûl bike ku Pêşmergeyên Rojava vegerin berevaniyê ji ber xaka xwe de bikin.
Hemê got jî ku baweriya xelkê Rojavayê Kurdistanê bi leşkeriya di bin ala partiyekê natê. Xelk yekrêziya Kurdî daxwaz dike.
Derbarê pirsa bêjerê K24ê ya ku hebûna du hêzan di Rojavayê Kurdistanê dê ti pirsgirêkan çê neke, Hemê diyar kir ku: “Em nabêjin bila du hêz di Rojavayê Kurdistanê de hebin, li gor Rêkeftinên Hewlêr û Dihokê divê di çarçoveyeke siyasî de ji her du hêzan re were çê kirin, lê PYD vê yekê nake.”
Hemê mixabîna xwe derbarê danûstandina Rêveberiya Xweser nîşan kir: “Mixabin wan rê li pêş xwepêşanderan girt, lê tevî wê bêhtirî 2 hezar kes li xwepêşandanê amade bûn. tiştê herî seyr jî ew e ku Rêveberiyê xwepêşandenek li dijî xwepêşandana ENKS birêve bir.”
