• Thursday, 19 February 2026
logo

YPGê bang li kurdên ROJAVA kir: Vegerin

Gulan Media November 8, 2015 Nûçe
YPGê bang li kurdên ROJAVA kir: Vegerin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxwaz ji wan koçberên ku ji ber pevçûnên li Kantona Cizîrê berê xwe dane Bakurê Kurdistanê, kirk u vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Ji ber destpêkirina şer li Sûriyeyê û herwiha Rojavayê Kurdistanê û bi taybet piştî êrişên rêxistina DAIŞê bo ser herêm û deverên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, hejmarek zêde ji kurdên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê koçber bûn û berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Ji ber koçberbûna hejmarek zêde ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku ber bi qonaxeke metirsîdar û valabûna gellek cihên Rojavayê Kurdistanê ve diçe, YPGê daxwaz ji koçberan kir, ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û li ser milk û malên xwe bijîn.

Piştî bangewaziya YPGê, hêdî hêdî hejmarek ji welatiyên kurd vedigerin Rojavayê Kurdistanê.

Li gor agahiyan, kesên ku dixwazin ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê vegerin Rojavayê Kurdistanê, di destpêkê de xwe digihînin navçeya Cizîra Botan a girêdayî parêzgeha Şirnexê û li wê derê qayimeqamiya Cizîrê hêsankariyan dike da ku ew kurd xwe bigihînin ser sînor û derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Welatiyên kurd ji ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi pêyan dimeşin û xw edigihînin bajarokê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw
Top