• Thursday, 19 February 2026
logo

KCKê bersiva îdiayên derbarê Ocalan de da

Gulan Media November 8, 2015 Nûçe
KCKê bersiva îdiayên derbarê Ocalan de da
Piştî ku di medyaya Tirkiyeyê de nûçeya nerazîbûna Ocalan ji PKKê hat belavkirin, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku ew nûçe derew e û belavkirina wê jî pîlaneke AK Partî ye.

Berî çend rojan, rojnameya HaberTurk nûçeyek belavkiribû û têde îdia kiribû ku di dema hevdîtina şandeke hikûmeta Tirkiyeyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bi tundî renxe li PKKê û HDPê girtibûn û gotibû ku sedema serneketina HDPê di hilbijartinên 1ê mijdarê de, siyaseta şaş a PKKê ye û tekez kiribû ku pêwîstiya HDPê bi reformeke nû heye.

Her li gorî îdiaya rojnameyê Ocalan di hevdîtinê de siyaseta PKKê li Sûriyê rexne kiribû û ragihandibû ku Amerîka PKK li Sûriyê ji berjewendiyên xwe re bikar tîne.

Li ser vê nûçeyê, KCKê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku AK Partî bi rêya belavkirina nûçeyên bi vî awayî, tenê armanca wê şerê psîkolojîk e.

Di daxuyaniya KCKê de herwiha hatiye, ku ev 7 meh in ku Ocalan di bin tecrîdeke şidandî de ye û di nava zexteke derûnî ya mezin de ye û got, tevî ku AK Partî nahêle Ocalan hevdîtinan bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne, nûçeyên derew ji zarê wî belav dike.

Koma Civakên Kurdistanê herwiha anî ziman ku sedema belavkirina nûçeyên bi vî awayî ew e ku Ocalan li hemberî polîtîkayên AK Partî helwest nîşan daye û got ku Rêkeftina Dolmebahçeyê bi keda Ocalan pêk hat û tekez kir ku sedema têkçûna wê rêkeftinê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bûn dema ku gotin, tiştek bi navê pirsa kurd li Tirkiyê tune ye.

Li gorî daxuyaniya KCKê, kiryarên AK Partî yên li dijî gelê kurd, komkujiyên salên 90î jî derbas kirine ji ber ku her li gorî KCKê, wê demê, hêzên îllîgal xelk dikuştin lê niha AK Partî bê ku rûyê xwe veşêre, gelê Kurd dikuje.

KCKê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li xelkê dike ku li dijî siyasetên AK Partî rabin ser piyan û li ber xwe bidin û got ku berxwedaneke weke berxwedana zîndana Amedê bi rihê 14ê Tîrmehê pêwîst e.

Rudaw
Top