• Thursday, 19 February 2026
logo

Kongiresa Amerîkayê kar ji bo bicênosîdanaskirina karesatên êzidî û mesîhîyan dike

Gulan Media November 8, 2015 Nûçe
Kongiresa Amerîkayê kar ji bo bicênosîdanaskirina karesatên êzidî û mesîhîyan dike
Şandeyeke kongerisa Amerîkayê bi serokatiya kongiresman Dana Rohirbîçer û Stev King serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Di civînekê de ku, roja 07.11.2015ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, şandeya kongiresa Amerîkayê sipasiya xelk, pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, rûbirûyê terorîstan dibin û serkeftinên mezin bi ser terorîstên DAÎŞ de bi dest dixine. Tevî birîna budceya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî baş pêşwazî li wan koçber û penaberan kiriye, hewandine û alîkarîyên pêwîst ji wan re dabîn kirine.

Şandeya kongiresa Amerîkayê got ku ew dê lêbixebitin ku civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka zêdetir alîkariyên leşkerî pêşkeşî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bike û ew alîkarî berdewam bin. Herwesa eşkere kir ku wan reşnivîseke qanûnekê pêşkeşî kongiresa Amerîkayê kiriye daku ew karesata mezina bi ser êzidiyan û kirîstiyan de hatiye weke cênosîda nas bikin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya helwestê şandeya mêvan û welatên beşdar di hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê û bi taybetî Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê alîkarî pêşkeşî herêma Kurdistanê kirin, lê ji bo binbirkirina metirsiya terorrîsatn, pêşmergeyê Kurdistanê pêwîstî bi rahînan û çekê pêşkeftî heye û serokwezîr daxwaz kir ku zêdetir alîkariya pêşmerge û xelkê Kurdistanê bê kirin ji ber ku bi tenê pêşmergeye li ser erdê pîlanên terorîstan dişkîne.


Ji bona amadekirina wê reşnivîsa qanûnê ji bo bicênosîda naskirina karesatên bi ser êzidî û mesîhîyan de hatine, serokwezîr sipasiya şandeya mêvan kir û got ku ev yek ji daxwazên sereke yên hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Barzanî tekîd li ser berdewamiya parastin û hevkarîkirina hemû koçber û penaberên ji tirsa terorê ber bi herêma Kurdistanê hatine kir û ji ber kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgirî û hevkariya navdewletî heye.

Têkeliyên navbera herêma Kurdistan û dewletên herêmî û bi taybetî têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Top