• Thursday, 19 February 2026
logo

Li dû jiyaneke xweş bû lê hevjîn û 5 zarokên wî di avê de xeniqîn!

Gulan Media November 8, 2015 Nûçe
Li dû jiyaneke xweş bû lê hevjîn û 5 zarokên wî di avê de xeniqîn!
Kurdekî Başûrê Kurdistanê yê ku meha borî tevahiya endamên malbata wî di rêya koçberiyê de mirin, diyar kir ku heta niha jî cenazeyên hevjîna û kurekî xwe nedîtiye.

Kurdê bi navê Mihemed, ku Cotmeha îsal xwestibû bi malbata xwe ve here Ewropayê, di rê de hevjîna wî û 5 zarokên wî di nav deryayê de xeniqîn.

Mihemed, ku xelkê bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ye, ji Rûdawê re behsa wê bûyerê kir û got, min dixwest herin Ewropayê û jiyana zarokên xwe xweş bikim lê êdî tiştekî min nema, hemû ji destê min çûn…

Mihemed diyar kir ku ew niha li Almanya li nav daristanekê de dijî ku mîna girtîgehekê ye û got, hikûmeta Almanya tiştekî ji bo min nekiriye…

Wî kurdî behsa çûyîna xwe kir û got, dema ez li Tirkiyê li qeyîkê siwar bûm du caran hatin firotim!

Ew, ku beriya şerê DAIŞê polîs bûye, dibêje, beriya ku DAIŞ êriş bike jiyana wî xweş bû lê piştî DAIŞê hat, tiştek nema lewma wî biryar da berê xwe bide Ewropayê…

Li gorî ku Mihemed dibêje, heta niha jî cenazeyên hevjîna wî û kurekî wî heta niha nehatine dîtin û yên din jî li girava Kos a Yûnanistanê hatine veşartin…

Hevalekî wî dibêje, heta niha Mihemed çend caran xwestiye xwe bikuje!

Rudaw
Top