ENKS li dijî siyasetên PYDê xwepêşandana dike
Biryar e Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) sibe li bajarê Dêrikê xwepêşandanekê bike û têde nerazîbûna xwe derbarê rêbazên xwendina sala nû li Rojavayê Kurdistanê bîne ziman.
Duh, 7ê Mijdarê ENKSê li bajarokê Çil Axa jî xwepêşandanek derbarê heman mijarê de lidar xistibû û têde nerazîbûna xwe anîbû ziman.
Derbarê vê yekê de sê sekirdeyên PDK-S îro, 8ê Mijdarê ji aliyê Asayîşa Dêrikê ve hatin girtin û li bajarê Çil Axa jî Endamê ENKSê Fadî Marê ji aliyê asayîşa wî bajarokî ve hate girtin.
Li gor çalakvanan, Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) di wan xwepêşandan de aligirên xwe kom dike û ew jî ji aliyê xwe ve xwepêşandanekê li dijî ENKSê lidar dixe, ev jî dibe cihê metirseyeke mezin ku şer di navbera alîgirên her du aliyên siyasî de derkeve.
K24
