Ev du sal in Bexda bûdceya Kerkûkê nade!
Ev du sal in hikûmeta Iraqê bûdceya Kerkûkê nedaye lê firotina petrola wî bajarî didome.
Serokê Lêjneya Petrol û Gazê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî ji Rûdawê re got, ev du sal in bûdceya Kerkûkê nehatiye dayîn û ragihand, pişka petro-dolarê jî nehatiye dayîn.
Ehmed Eskerî eşkere kir ku hikûmeta Iraqê 2 tirîlyon dînar deyindarê Kerkûkê ye û got, hikûmet bixwe vê yekê dibêje. Li aliyekî din, heta niha zêdetirî nîv mîlyon koçber ji deverên başûr û navîn ên Iraqê berê xwe dane Kerkûkê.
Wî endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê anî ziman ku rojane 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê re tê firotin lê tenê dûmana wê ji bo gelê Kerkûkê dimîne ti sûdeke wê ji bo Kerkûkiyan tine.
Rudaw
