Îdîaya ‘dê Ocalan serbest bê berdan’
Rojnameyekê Tirkiyê îdîa dike ku Ocalan dê bê berdan û bixin hepsa malê û herwiha hindek alî jî dibêjin dewlet dixwaze rola Ocalan di proseya nû ya aştiyê de zêde bike.
Li Tirkiyeyê mijara serbestberdana Serokê PKKê Abdullah Ocalan kete rojevê. Nûnerê Nivîsingeha Enqereyê ya Rojnameya Sozcûyê Saygi Ozturk di gotarek xwe de îddia kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara serbestberdana Ocalan standiye.
Ozturk dibêje Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de cizaya heta hetayê cizayeke wekî dervayî mirovahiyê penase dike. Li gor wê biryarê ger hin şert û merc pêk werin ew kesên cizayê heta hetayê dibînin divê ku bi şert werin azadkirin.
Li gor Ozturk ev biryar riya azadiya Ocalan vedike. Dijdernektin û bêdengmayîna hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî vê biryarê jî hewla amadekirina bingeha serbestberdana Ocalan e.
Herwiha nivîskarê ronameya Sabahê Emre Akoz jî di gotara xwe de dibêje di çarçoveya çareserkirina pirsa kurdî de mirov dikare Ocalanî ji zindanê derxîne û di malekê bin çavderiyê de mafê danûsatandinê bide wî.
Ji aliyê din ve Parlamenterê berê yê Ak Partiyê û rojnamevan Muhsin Kizilkaya jib o K24 ragehand, “Li Rojhilata Navîn gelek aktor hene ku tesîra wan li ser PKK’ê heye, encamên hilbijartinê nîşan da ku xelk şerê çekdarî naxwaze, gel dixwaze pirsgirêkên wan bi awayekî aştiyane li meclîsê werin çareserkirin.
Muhsin Kızılkaya got: ‘’ Ez bawer nakim ku êdî dewlet HDPê bike muxatab. Di vir de rol û girîngiya Ocalan zêde ye. Mîna berê hevdîtîn dûrûdirêj wê dewam nekin. Dewlet ji Ocalan re bibêje, rênameyekê diyar bike, Ocalan jî ji hevalbendên xwe re wê bibêje, di rojên diyarkirî de çekê xwe deynin. Ewê jî guhdariya wî bikin.’’
Basnews
