• Thursday, 19 February 2026
logo

ROJAVA- DAIŞê 37 dîl berdan

Gulan Media November 7, 2015 Nûçe
ROJAVA- DAIŞê 37 dîl berdan
Çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê 37 dîlên asûrî, ku ev çend meh bûn di destê wê de bûn, serbest berdan.

Tora Asûriyan a Mafê Mirovan îro di daxuyaniyekê de ragihand: “37 dîlên Asûrî ji destê DAIŞê derketin û bi otobûsê gihîştin Til Temirê, ku jin û kal û pîr di nav wan de hene û ji aliyê dêrê ve hatin pêşwazîkirin.”

Li gorî zanyariyan ew 37 asûriyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine berdan, ji gundên Tel Şamîran û Tel Cezîre ne.

Bi azadbûna wan dîlan ji destê DAIŞê, hejmara asûriyên ku rizgar bûne gihîştin 88 kesan û heta niha 127 dîlên din hêj di destê DAIŞê de ne, ku ji 23ê Sibatê de dema wê rêxistinê êrişî Til Temitê kir, hatibûn girtin.

Rudaw
Top