Amerîka li Hewlêrê navendeke wergirtina penaberan vedike
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Dana Vanbirandit ragihand, Amerîka bernameyeke berfireh ji bo vekirina 2 navendên wergirtina penaberan li Rojhilata Navîn daniye û got, karê serekî yê wan navendan dê hevdîtin û wergirtina daxwazên wan kesan be yên ku dixwazin wek penaber berê xwe bidin Amerîkayê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku yek ji wan navendan dê li bajarê Hewlêrê û ya din jî dê li Lubnanê were vekirin.
Wî rayedarê amerîkî anî ziman ku navenda Hewlêrê dê dawiya sala 2015ê û ya Lubnanê jî destpêka sala 2016ê were vekirin.
Li seranserî cîhanê, Wezareta Derve ya Amerîkayê 9 navendên wergirtina penaberan vekiriye.
Rudaw
