• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî li Bexdayê ye

Gulan Media November 7, 2015 Nûçe
Serokwezîr Barzanî li Bexdayê ye
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji bo ku tevlî şîna siyasetmedarê iraqî Ehmed Çelebî bibe, gihîşt Bexdayê.

Îro li Bexdayê şîna siyasetmedarê iraqî Ehmed Çelebî ye ku roja 3ê Mijdara îsal “ji ber nexweşiyê” jiyana xwe ji dest dabû. Di şîna Çelebî de gellek lîder, serok, rayedarê û siyasetmedarên iraqî, Kurdistanî û cîhanê beşdar dibin.

Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo ku tevlî şîna siyasetmedaêr Iraqî Ehmed Çelebî bibe, çû Bexdayê.

Şanda ku bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re çûye Bexdayê, ji Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Avedaniyê Derbaz Kosret, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî pêk hatiye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda Kurdistanê li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê berpirsê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mehdî Ellaq ve hat pêşwazîkirin.

Hat gotin ku dema şanda Kurdistanê çû Bexdayê, Serokê Parlamentoya Iraqê Selaîm Cibûrî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo hevdîtina bi mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî re çûn bajarê Necefê.

Jêderekî ji nav şanda Kurdistanê ji Rûdawê re got, şanda Kurdistanî tenê ji bo şîna siyasetmedarê Iraqî Ehmed Çelebî ye ku roja 3ê Mijdara îsal ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû ji ber wê jî ev serdan, ne fermî ye.

Rudaw
Top