• Thursday, 19 February 2026
logo

15 çekdarên DAIŞê ketin kemîna pêşmergeyan!

Gulan Media November 6, 2015 Nûçe
15 çekdarên DAIŞê ketin kemîna pêşmergeyan!
Duh êvarê çekdarên DAIŞê li rojavayê bajarê Mûsilê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin û hewl dan bikevin nav çeperên pêşmerge, lê hêzên pêşmerge plana DAIŞê têkbirin û 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor agahiyan çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê hewl dan êrişî hêzên pêşmerge bikin û li gundê Beşar a li nêzîkî Çiyay Şikevtê ya li rojavayê Mûsilê bi dizî ve derbasî nav çeperên pêşmergeyan bibin, lê belê hêzên pêşmerge agahdarî plana wan bûn û ew xistin di nav kemînekê de û di navbera wan de şer derket.

Cîgirê Fermandeyê Betalyona Taybet a Fermandeyiya Dihokê ya Hêza Pêşmerge Xalid Hemzo derbarê wê hewla DAIŞê de daxuyanî da Rûdawê û got: “Yekîneyeke çekdarên DAIŞê ku 15 çekdar bûn, xwastin bi dizî derbasî nav çeperên pêşmergeyan bibin, lê belê hêzên pêşmerge plana wan aşkere kirin û berî ku ew bigihin nav çeperan, ketin nav kemîna pêşmergeyan.”

Xalid Hemzo ragihand: “Hêzên pêşmerge bi dijwarî çekdarên DAIŞê topbaran kirin û pirraniya çekdaran hatin kuştin û yên din jî neçar man ku ber bi paşve biçin.”

Hemzo tekez kir: “Piştre balafirên şer ên hevpeymanan gihîştin esmanê deverê û ew çekdarên DAIŞê ku ji topbarana hêzên pêşmerge filitîbûn, bombebaran kirin û hemû çekdar hatin kuştin.”

Wî fermandeyê Hêza Pêşmerge herwiha destnîşan kir: “Di nava çekdaran de emîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Ednan heye.”
Top