Mihemed Ehmed: Hê zûye bo destpêkirina civînên pêncalî
Berdevkê Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed diyar dike ku ji bo çareserkirina pirsên navxwe yên herêma Kurdistanê hê jî nêrîn û hizrên aliyan ji hev dûr e.
Ehmde di daxuyaniyekê de bo Dengê Amerîka radigehîne ku ji bo aliyên Kurdî di mijara nakokiyên naxweyî de rêbikevin hindek aliyên Kurd û Iraqê navbeykarî kirine.
Mihemed Ehmed dibêje danûstandin hatine ragirtin û hê jî nêrînên aliyan ji hev dûr e bo gehiştina rêkeftinekê yan jî pêkanîna civînên pêncalî.
Berdevkê Emîndarê Giştî yê Yekgirtû dibêje bi dûrxistina Serokê Parlamenê û wezîrên Goran ji kar du qeyranên din jî ketine ser qeyranan û lewma heger danûstandin destpê bikin, divê ev xal tev de bêne gotûbêjkirin.
Jerpênc partiyên sereke yên herêma Kurdistanê civîna xwe ya dawî roja 8’ê Îlonê li Silêmaniyê pêk anîbûn. Piştî vê civînê li Silêmaniyê û navçeyên wê xwepêşandanan destpêkiribû û êrîşê baregahên PDK’ê kiribûn.
Li ser van rûdanan civîn hatibûne ragirtin.
Basnews
