CEK: Daxuyaniyên Lahûr Talebanî dûrin ji rastî
Civata ewlekariya Kurdistanê dibêje daxuyaniyên Lahûr Talibanî dûrin ji rastî.
Civata ewlekariya Kurdistanê bi rêya weşandina daxuyaniyeke nivîskî bersifa daxuyaniyên berpirsê dezgeha Zaniyarî Lahûr Talebanî da û eşkere kir ku ew daxuyaniyên han dûrin ji rastî.
Berpirsê dezgeha Zanyarî Lahûr Talabanî li paytexta Amerîkayê Washingtonê di konferansekê de derbarê pêkhate û berpirsên Kurdistanê de nirxandin kiribû. Talabanî gotibû Amerîka weke alîkarî dide PDK’ê, nade YNK’ê.
Civata Ewlekariya Kurdistanê bersiv da van daxuyaniyan û diyar kir ku ev tohmetên bê bingeh û siyasî kirina karên ewlekariya Kurdistanê ne û dûr in ji rastiyê.
Civata Ewlekariya Kurdistanê dibêje ew bi rêkûpêk civînên xwe encam didin û di her civînê de bang li Lahûr Talabanî jî dikin lê ew bi hêncetên cûda amade nabe.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku navenda operasyonên hevpeymanan li Hewlêrê ye, ligel Wezareta Pêşmerge di nava hemahengiyê de ye û bo parastina ewlekariya tevahiya Kurdistanê kar dike. Lewma jî pêwendiya wan bi berjewendiyên kes an jî aliyan nîne.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku fermandarên pile bilind jî di vê navendê de kar dikin û Cefer Şêx Mistefa jî yek ji wan kesan e ku di heman demî de endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê ye.
Civata Ewlekariya Kurdistanê dibêje Talabanî bê agahe û ne şarezaye di şer de herwiha naxwaze ligel hêzên hevpeymanan kar bike û li şûna wî li gel Heşdî Şe’bî li Kerkûkê û Xaneqînê kar dike. Lewma ev yek jî dibe sedema îstîxbaratên xelet û ku ev jî ji bo Pêşmerge dibe metirsî.
Civata Ewlekariya Kurdistanê dibêje Lahûr Talabanî weke endamekê encûmenê divê xwe ji siyasetê dûr bigirta.
Civata Ewlekariya Kurdistanê derbarê rewşa postê Serokê Kurdistanê de jî dibêje ku Barzanî bi bêyî cûdatî Serokatî û fermandariya hêzên Pêşmerge kiriye û di hemû eniyan de weke pêwîst amade bûye.
Civata Ewlekariya Kurdistanê dibêje ev nêrîn yên Talabî yên şexsîne û ew nûnertiya civatê nake.
