• Thursday, 19 February 2026
logo

HDP: AKP mafên Kurdan bide em dê piştgiriya sîstema serokatiyê bikin

Gulan Media November 6, 2015 Nûçe
HDP: AKP mafên Kurdan bide em dê piştgiriya sîstema serokatiyê bikin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier got, AK Partî heger mafên kurdan bide ew dê piştgêriya sîstema serokatiyê bikin.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier ji Rûdawê re diyar kir, heger AK Partî pêvajoya aştî û çareseriyê bimeşîne û mafên kurdan bide, ew dê piştgirî bidin sîstema serokatiyê. Lê çend parlamenterên AK Partiyê jî dibêjin ew bi tu awayî vê mijarê bi HD'ê re bazar nakin.

Piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê AK Partiyê dest bi nîqaşa avakirina sîstema sorokatiyê kir û HDPê jî niha pêvajoya aştiyê nîqaş dike. Ji bo sîstema serokatiyê bê avakirin, pêdiviya AK Partiyê bi referandûmê heye û ji bo vê jî 330 parlamenter pêwîst in.

Hin parlamenterên HDPê dibêjin ger mafên kurdan bên dayîn, ew dikarin piştgirî bidin sîstema serokatiyê.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier wiha got: “Erdogan bibe serok û pirsgirêka kurd çareser bike, çima HDPê piştgiryê nede? Heger bibe nebe serokek demokrat û bibe serokek dictator çima HDPê piştgiryê bide?”

Hin parlamenterên AK Partiyê jî dibêjin ew bi tu awayî bi HDPê re bazarî nakin û helwesta HDPê dê pêşeroja pêvajoya aştiyê diyar bike.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Ebûbekir Bal jî got, partiya wî ti caran bazarî nekiriyê û dê ji niha pê ve jî neke.

Ev 3 roj in hem AK Partî û hem jî HDP li ser sîstema serokatiyê û pêvajoya aştiyê daxuyaniyên ji hev cuda didin. Lê daxuyaniyên herdu aliyan jî li gorî beriya hilbijartinê nermtir in.

Tam di rewşeke wiha de PKK agirbest betal kir. Wisa diyare ku beriya sîstema serokatiyê dê êdî ragihandina agirbesteke nû, bibe rojeva sereke ya Tirkiyeyê.

Rudaw
Top