• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û rihspiyên devera Silêmanî û Germiyan kir

Gulan Media November 6, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û rihspiyên devera Silêmanî û Germiyan kir
Roja pênçşem 05.11.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek kesayetî û rîhspiyên devera Silêmanî û Germiyan kir.

Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan di derbarê rewşa siyasî û navxweya Herêma Kurdistanê û jiyana xelk û qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê û astengiyên li ser jiyana xelkê ji bo Serok Barzanî xistinrû û gumana xwe jî li kûrtirbûna kêşeyan û têkçûna rewşa derûniya xelk û çaverêya xelkê ya ji bo çareserbûna giriftan nîşan da. Her wiha tekez li wê yekê kir ku bi mixabinî partiyan nekarîne çareseriyek ji bo giriftan peyda bikin.

Şanda kesayetî û rihspiyên devera Silêmanî û Germiyan daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku destpêşxeriyek bike û daxwaz ji hemû hizban bike bo ku li gel hevdû bicivin û dawiyê bi girjî û qeyrana siyasî bînin û bi birayetî û tebayî li ser çareseriyek ji bo rewşa nehemwariya Kurdistanê rêk bikevin.

Li beranber da Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û sedemên dirustbûna qeyranê ji bo şanda mîhvan behs kir û spasî helwest û xemxuriya kesayetî û rihspiyên devera Silêmanî û Germiyan kir û wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku bi pêzanînê ve temaşa daxwazên wan dike û hemû hewlek ji bo çareserkirina giriftan dide.
Top