Cemîl Bayik: HDP serketî ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de got ku divê kiryarên Ak Partî yên ji 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê bên dîtin paşî bêne nirxandin.
Cemîl Bayik di gotarekê de li rojnameya Azadiya Welat de encamên hilbijartinên 1’ê Mijdarê nirxand û destnîşan kir, ku encamên 1’ê Mijdarê bi gumanin û têde sextekarî û hîle hatinekirin.
Bayik got: ‘’Eger polîtîkayên AKP’ê yên ji 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê neyên analîzkirin û bêyî vê yekê encamên hilbijartinên 1’ê Mijdarê werin guftûgokirin wê ev yek were wateya çavgirtina li rastiyê. Ji xwe hilbijartinên 1’ê Mijdarê ji bo jiholêrakirina encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê pêk hatin. Hat plankirin, hedef hat destnîşankirin û bi vî rengî hilbijartin pêk anîn.’’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hilbijartin di atmosfera şerekî yekalî de hetiye encamdan û partiyên derveyî AKP’ê kampanyaya hilbijartinê nikaribûn bimeşînin û bi êrîşan jî xwestin ku encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji holê rakin.
Bayik wiha got: ‘’ HDP’ê serketineke mezin bi dest nexistiye. Ji xwe di rewşa van êrîşên giran û zextan de ne mimkûn bû ku HDP karibe serketineke mezin bi dest bixe. Lê belê nîşandana ku HDP ne serketî ye jî şaş e. Dikare were nîşandan ku di kampanyaya hilbijartinê de hin kêmasî, hin lawazî hebûn lê belê nikare were gotin ku ne serketî ye.’’
Cemîl Bayik derbarê tometbarkirina PKK’ê ya jiber şer û xendekan jî got eve polîtîkayeke şerê taybet e û heger ew neban HDP’ê nedikarî di bin van êrîşan de ji sedî 5 jî dengan bistîne.
Basnews
