PKKê “agirbest” betal kir!
KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, li ser daxwaza HDPê û aliyên demokratîk, PKKê bi awayekî yekalî çalakî û êrişên xwe dabû sekinandin lê piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê, AKPê eşkere ragihand ku dê hikûmeta nû bibe hikûmeta şer ji ber wê jî berdewambûna bêçalaktiyê di bin van şertan de bê wate bûye û ji holê rabûye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PKK her dem ji bo agirbesteke dualî amade ye lê li gorî siyaseta şer a AKPê tiştekî wisa ne mumkin e.
KCKê her wiha diyar kiriye ku piştî hilbijartinan êrişên li dijî gerîla û gel zêdetir bûne ji ber wê jî tê rêyek din jibilî “berxwedanê” ji bo wan nemaye.
KCKê bang li gelê kurd û hêzên demokratîk jî kiriye xebata xwe ya li dijî siyaseta şerxwazane ya AKPê bihêztir bikin.
PKKê roja 10ê Cotmeha îsal û ji bo parastina ewlehiya hilbijartinên 1ê Mijdarê, bi awayekî yekalî “bêçalaktî” ragihandibû. Lê rayedarên Tirk gotibûn, PKK ji ber hatina werza sermayê vê yekê dike, tenê taktîk e.
Rudaw
