• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî: Em naxwazin bi Iraqê re bimînin

Gulan Media November 5, 2015 Nûçe
Barzanî: Em naxwazin bi Iraqê re bimînin
Serokê Freaksiyano Bereya Tirkimenî Aydin Merûf got ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi vê serdana xwe ya bo Hewlêrê peyamek giring gehande Hewlêr û Bexdayê.

Serokê Freaksiyana Bereya Tirkimenî Aydin Merûf derbarê serdana Ferîdun Sinirlioglu de ji BasNews re axivî û got: ‘’Wezîrê Derve yê Tirkiyê ligel Serokwezîr û Serokê Herêmê civiya û paşî beşdarê panela MERI kir. Di panelê de jî nêrîna xwe derbarê geşedanên li Tirkiyê û herêmê kir.

Merûf balkêşa ser wê yekê ku piştî hilbijartinên li Tirkiyê yekser ev serdan pêk hatiye û got: ‘’Di hilbijartinên dawî de Ak Partî biser ket û mafê avakirina hikûmetê bidest xist. Wate Sinirlioglu bi navê hikûmeta nû hate Hewlêrê. Ligel peyama siyasî, Tirkiyê ev yek jî aşkere kir ku ew weke du cîranên nêzîk dixwazin pêwendiyên wan ligel Hewlêr û Bexdayê pêşve biçin.’’

Merûf got ku Sinirlioglu di peyama xwe de ji Hewlêr û Bedayê re ragehandiye ku ew dixwazin di tekoşîna li dijî DAIŞê de hevkariyê bikin û herwiha pirsa petrolê jî di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêya rêkeftinan bê çareserkirin.

Basnews
Top