• Thursday, 19 February 2026
logo

YNK: Em naxwazin PKK li Şingalê bimîne!

Gulan Media November 5, 2015 Nûçe
YNK: Em naxwazin PKK li Şingalê bimîne!
YNK dibêje, li ser dosyaya Şingalê nakokî di navbera alî û hêzên kurdî de heye. YNKê herwiha ragihand: “Ew ligel ewê çendê nînin ku PKK li Şingalê bimîne.”

Berpirsê Melbenda 15 a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li Şingalê Cemîl Xidir di daxuyaniyekê de ragihand, li ser dosyaya Şingalê niha di navbera hêzên kurdî de nakokî hene.

Cemîl Xidir got, ew wek YNKê bi ti awayî ligel nakokiyên siaysî nînin û tekez kir: “Nakokiyên siyasî yên navbera hêzên kurdî sedema paşketina proseya rizgarkirina Şingalê ne.”

Xidir derbarê hevrêzî û hevkariyên di navbera aliyên kurdî de jî da xuyakirin: “Li cihê hebûna hevrêziyê, niha nakokî di navbera aliyên kurdî de heye, bi taybey di navbera hêzên wek YPG, YPJ, TEVDA û Hêzên Pêşmerge de, ku ew yek bûye sedema paşketina rizgarkirina Şingalê.”

Li Şingalê jibliî Hêzên Pêşmege û Yekîneyên Paratina Gel (YPG), gerîllayên Partiya Karkern Kurdistanê (PKK) û çekdarên çend hêzên din ên êzidî hene ku ji aliyê PKKê ve hatine çêkirin.

Wî bepirsê YNKê herwiha aşkere kir, YNK ligel hebûna nakokian nîne û nabe paşeroja Şingalê bibe qurbaniyê berjewendiyên teng ên partayetiyê.

Derbarê hebûna hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê de jî, Cemîl Xidir destnîşan kir: “YNK bi ti awayî piştevaniya mana wan hêzan li Şingalê nake.”

Xidir herwiha anî ziman: “Me ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) projeyek heye, daku piştî proseya rizgarkirina Şingalê, yekser Şingal bibe parêzgeh û ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Rudaw
Top