• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Sinirlîoglû behsa hin mijaran kir

Gulan Media November 4, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Sinirlîoglû behsa hin mijaran kir

Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiyan.

Duh Şêwermendên civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Tirkiyeyê Feridun Sinirlîoglû û heyeteke pê re kir.

Di civîna han de ku hijmareke Dîplomatên Tirkî jî tê de amade bûn, Sinirlîoglû kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî spasiya serdana heyeta Tirkî kir û jiber serkeftina prosesa hilbijartinan jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî heyeta mêwan kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa siyasî, ewlekarî û şerê dijî terorîstên DIŞIê, porsesa aştî li deverê û Tirkiyeyê hate kirin û her du alî tekez li ser zêdetir bihêz kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê kirin bi awayek ku li gor berejwendiyên her du welatan de bin.

Basnews
Top