KCK: 1`ê mijdarê ji bo AKP`ê ne serketine!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand ku encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê ji bo AKP'ê ne serketin e, desteserkirina hikûmetê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li dû hilbijartinên 1'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û pêvajoya piştî 7'ê Hezîranê weke "darbeya siyasî" bi nav kir. KCK'ê da xuyakirin ku 1'ê Mijdarê hilbijartineke bi zorê bû
KCK`ê got: "Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ku li dîrok û sosyolojiya Tirkiyeyê dihat û rewşeke demokratîkbûyînê afirand, di nava gelên me de hem rê li ber hêviyeke mezin hem jî asayîbûnê vekir.
Di berdeewamiya daxuyaniyê de hatiye: AKP û Tayyîp Erdogan li hemberî vîna gelan darbeyeke siyasî kirin. Tayyîp Erdogan ê ku heta roja îro digot ku divê her kes bi hurmet nêzî encamên hilbijartinê bibe, bi ferza 'ji nû ve hilbijartinê' re gelên me bi zorê xist nava hilbijartinê.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de KCK diyar kiriye ku, AKP'ê di israra şer de biryar daye ku ev biryar wê Tirkiyeyê hem li hundir hem jî derve rastî astengî û pirsgirêkên mezin bîne. AKP wê şerê xwe yê li hemberî Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasiyê girantir bike.
Xendan
