Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya xwedê jê razî Ehmed Çelebî
Bi nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û kesayetiyê têkoşerê Iraqî û Serokê Kongreya Nîştîmaniya Iraqê Ehmed Çelebî gelek xemgîn bûm. Ji dest dana kesayetiyekî mezinê wekî Ehmed Çelebî xesaretekî mezine ji bo gelên Iraqê. Xwedê jêrazî Ehmed Çelebî dostekî nêzîkî şexsê min û dostê gelê Kurdistanê bû û rola wî ya li hewldana binyatnana demokrasiyê û dijayetîkirina dîktatorî û zulmê tu carî nayê ji bîr kirin.
Ew peywendiya dîrokiya ku xwedê jê razî li gel gelê Kurdistanê da hebû û palpiştîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê herdem li bîra me de dimîne û hemû dem bi rêz û bilindiyê ve bîranîna xwedê jê razî Ehmed Çelebî dikin.
Ji destdana wî gelek xemgînîn û serxweşî û hevxemiya xwe bi malbata wî ya rêzdar û azadîxwazan û tevahiya gelên Iraq û Kurdistanê radigihînîn.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.11.2015
