• Thursday, 19 February 2026
logo

Ê ku jenosîda Enfalê kir dê bê azad kirin

Gulan Media November 3, 2015 Nûçe
Ê ku jenosîda Enfalê kir dê bê azad kirin

Jêderekê nêzîk li serkirdeyekî Îraqî radighîne ku heftiya bê Sultan Haşim, ku bi encamdana tawana Enfalê fermana darvekirinê lê hatiye birîn dê bê azad kirinê.

Wê jê0derê ji Xendanê re ragihand: Heftiya bê, Sultan Haşim ku bi encamdana jenosîda Enfalê tawanbare û hukmê darvekirinê li sere tê azad kirinê.

Jêderê teqez kir ku rêkeftina siyasî di çarçoveya lihevhatina niştimanî ji bo azadkirina wî tawanbarî hatiye kirinê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku zextên Emerîka li ser aliyên siyasî ji bo derkirina vê biryarê hebûye û ji ber wê jî ew xistine çarçoveya lihevhatina niştimanî de.

Sultan Haşim, ji dayîkbûyê sala 1944`an a bajarê Musilê ye û pileyê wî yê serbazî ferîq bûye, di serdemarêjîma Baasê de sala 1994`an bûye bi parêzgarê Nînewa û sala 1995`an bûye serokerkanê artêşa Îraqê û sala 1996`an postê wezîrê berevanî yê Îraqê wergirtiye.

Di salên navbera 1980-1988`an de rola xwe di şerê Îraq – Îranê de lîstiye lê di sala 1988`an ku fermandarê feyleqa yekê a artêşa Îraqê bûye serpereştiya jenosîda Enfala Kurd kiriye û têde zêdetir li 182 hezar Kurdên bê tawan li çolên başûrê Îraqê bi zindî çal kirine.

Xendan
Top