Hikûmeta Bexdayê gefa birîna beşa xwarin û dermanê li Kurdistanê dixwe
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Sedî Hadîsî diyar dike ku Bexda pabendê rêkeftina ligel Hewlêrê bûye lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xalên rêkeftinê pêk ne aniye. Hadîsî dibêje; ‘’Heger Hewlêr pabendê rêkeftinê nebe, emê beşa çek, xwarin û demanan jî bibrin.’’
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Sedî Hadîsî bo BasNews ragehand ku ji bo ji nûve gotûbêjkirina pirsa petrolê û nakokiyan, Bexda çaverêya hatina şanda Herêma Kurdistanê ye û got: ‘’Em pabendê rêkeftina 2015’ê ne. Lê belê Hewlêr xalên rêkeftinê pêk ne anîn.Paşî biryar dank u bi sere xwe petrolê bifiroşin.’’
Hadîsî got: ‘’Heger Hewlêr pabendê rêkeftinê nebe, wê demê hikûmeta Bexdayê jî pişka bûtçeya ji sedî 17 naşîne û herwiha beşa xwarin, derman û têçûyên kompanyayên neftê û pişka hêzên Pêşmerge jî naşîne.’’
Hadisî herwiha îdîa kir ku Baxdayê pişka Pêşmerge ji bûtçeya sala 2015’ê daye.
Li aliyê din ve Berpirsê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamena Iraqê Şaxewan Ebdullah bo BasNews axivî û gotinên Hadîsî red kir. Ebdullah got: ‘’Min bixwe ligel Wezîrê Berevaniya Iraqê axivî ye. Bi ti awayî çek an jî pere bo hêzên Pêşmerge nehatiye hinartin. Li gor madeya 10 ya birgeya yasaya bûtçeyê divê pişka Pêşmerge bikeve ser ya hêzên bejayî ya artêşa Iraqê. Lê heta niha ti pereyek nedanîne ser hesabê Pêşmerge.’’
Jiber hikûmeta Bexdayê pişka Pêşmerge di nava bûtçeyê de nade, hikûmeta herêma Kurdistanê her sal 800 milyar dînaran bo Wezareta Pêşmerge terxand ike.
Basnews
