NY hêviyek ji aliyên siyasî yên Tirkiyê xwest
Ferhan Heqî duhî di bersiva pirseke Rûdawê derbarê helwesta NY li ser hilbijartinên Tirkiyê yên ku pêr lidar ket de, ragihand: “Em hêvîdar in ew aliyên ku serkeftin, kar li ser pêşxistina demokrasiyê bikin.”
Heqî derbarê Tirkiyê de wiha jî got: “Em daxwaz dikin hemû welat bi taybetî welatên Ewropa alîkariya Enqerê bikin di rûbirûbûna kirîza koçber û penaberan de.”
Roja 1ê Mijdarê hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê birêve çû, piştî belavkirina encamên ne fermî diyar bû ku Partiya Dad û Geşedanê (AKP) bi %49.41ê dengan dikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne. Herwiha dengên CHP: 25.38, MHP: 11.93 û HDP: 10.71 wisa ne.
Rudaw
