Du wezîrên Swêdê hatin Hewlêrê
Wezîra derve û wezîrê berevanî yên Swêdê gehêştine Hewlêrê
Şevêdin her yek ji wezîra derve ya Swêdê Margot Elisabeth Wallstrom û wezîrê berevanî yê Swêdê Peter Holmqvist piştî serdana xwe ya bo Bexdayê bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê gehêştine Hewlêrê.
Li balefirxaneya Hewlêrê ew her du wezîrên han ji aliyê berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê û wezîrê navxwe ve hatin pêşwazîkirin.
Biryare ew her du wezîrên Swêdê li gel rayedarên Kurdistanê bicivin û behsa çend mijaran bikin.
