• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî daxwaza budceya Pêşmerge ji Bexda dike

Gulan Media November 2, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî daxwaza budceya Pêşmerge ji Bexda dike

Serokê Komîteya Pêşmerge di parlemena Kurdistanê de Arî Hersîn ragehand, şanda Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexda wê daxwaza budceya Pêşmerge bike, heger Bexda jî bixwaze Pêşmerge alîkariya wê bike di şerê li dijî DAIŞê de divê di vê mijarê de nerim be.

Arî Hersîn ji BasNews re ragehand: “Hikûmeta Iraqê behsa şandina budceya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, lêbelê heta niha tiştek neşandiye.”

Herwiha got: “Yek ji mijarên ku wê Şand Kurdistsnê li Bexdayê daxwaz bike budceya Pêşmerge ye, ku biryar bû her mehê beşek ji Bexdayê bihata şandin, lewma heger Bexda bixwaze Pêşmerge alîkariya wê bike di şerê li dijî DAIŞê divê nermiyê diyar bike û li gorî helwêsta xwe be.”

Li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexda ku dawiya salala derbasbûyî hatibû imze kirin, divê Herêma Kurdistanê mehane 550 bermîl petrol bo Bexda bişîne ji petrol xwe û ya Kerkûkê, beramberî wê jî wê Bexda 17% ji budceya giştî ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê bişîne, lê heta niha Bexda pabedî vê rêkeftinê nebûye.

Herwiha li gorî benda 5 ji madeya 10 ji yasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2015 divê beşek ji budceya Hêzên Peyade yên Hikûmeta Iraqê bo hêzên Pêşmerge bê şandin li gorî rêjeya welatiyan.

Basnews
Top