• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Şingalê şerekî giran derket - 4 xwekujên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media November 2, 2015 Nûçe
Li Şingalê şerekî giran derket - 4 xwekujên DAIŞê hatin kuştin
Hêzên Pêşmerge li Şingalê êrişeke xwekujî ya çekdarên DAIŞê şikandin û otomobîleke bombekirî ya DAIŞê jî ji aliyê balafiran ve hat teqandin.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Herdanê ya nêzîkî Şingalê Îsa Zêweyî ji Rûdawê re got, şeva borî saet 02:45, çend çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin lê êrişê wan hat şikandin.

Îsa Zêweyî da zanîn, di nav wan çekdaran de xwekuj jî hebûn lê beriya ku bigihên çeperên Pêşmerge, hatin kuştin.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di wî şerî de tiştek bi pêşmergeyan nehat lê 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku 3 ji wan xwekuj bûn û cenazeyên wan ketin destê Pêşmerge.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê jî ragihand, otomobîleke bombekirî ya DAIŞê ku ber bi çeperên Pêşmerge ve diçû, ji aliyê balafirên şer ên hêzên hevpeyman ve hat teqandin, di encamê de şofêrê otomobîlê ku çekdarekî xwekuj bû, hat kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê got, navê wî çekdarî Ebû Omer bû.

Rudaw
Top