• Thursday, 19 February 2026
logo

Hilbijartinên Tirkiyê- Milyonek deng hatiye betalkirin!

Gulan Media November 2, 2015 Nûçe
Hilbijartinên Tirkiyê- Milyonek deng hatiye betalkirin!
Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên 1ê Mijdarê yên Tirkiyê, Partiya Dad û Geşedanê (AKP) bi %49.41ê dengan dikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne.

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê qediyan û tevahiya dengan jî hatin hijmartin. Li gorî dengên ku hatine hijmartin, AKP bûye yekemîn, CHP di rêza duyemîn de cîh girtiye, MHP bûye sêyemîn bûye û HDP jî li hey wan e.

Li gorî encamên ne fermî, rêjeya dengên partiyên sereke wiha ye:

AKP: 49.41
CHP: 25.38
MHP: 11.93
HDP: 10.71

Hejmara kursiyên wan 4 partiyan jî wiha ye:

AKP: 316
CHP: 134
HDP: 59
MHP: 41

Li gorî hejmara parlamenteran, HDP di rêza sêyemîn de cîh digire.

Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 178 hezar û 452 sindoq hatibûn danîn. Bi giştî ji 56 milyon û 965 hezar û 99 hilbijêran 48 milyon û 438 hezar û 166 kesî deng dane lê 47 milyon û 494 hezar û 943 deng hatine qebûlkirine û zêdtirî milyonek deng jî hatiye betalkirin. Rêjeya tevlîbûnê %89.34 hatiye hesibandin.

Di hilbijartinên Tirkiyê de 16 partî û 21 namzedên serbixwe hevrikî dikirin.

Rudaw
Top