Kesyetî û Ekadîmiyên Kurdistanê hewla çareser kirina qeyranê dikin
Biryare 150 Kesayetî û Ekadîmiyên Kurdistanê jibo çareser kirina qeyrana Herêma Kurdistanê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin û berî wê jî li gel partiyên siyasî dicivin.
Çavdêrê Siyasî û Kesayetiya Islamî ya Kurdistanê Dr. Mihemed Bazyanî ji BasNews re ragehand: “150 kesayetiyên siyasî û ekadîmî û çalakvanên siyasî li Kurdistanê hewil didin ku bi çend qonaxekî qeyrana Herêma Kurdistanê çareser bikin.”
Bazyanî got: “Di qonaxa yekem de, em hewil didin ku şerê ragehandinê di navbera aliyên siyasî de kêm bikin, di qonaxa duyem de em dê ligel serokên firekesyonan bicivin û pêwendiyek rasterast ligel wan avabike.”
Herwiha got: “Di qonaxa sêyem de em dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicivin, piştre em dê Partiyan bibînin û dûvre em dê serdana Serokê Herêma Kurdistanê bikin.”
Navborî got jî: “Armanca me ew ku em îareseriyek bilez ji qeyrana Herêma Kurdistanê re bibînin.”
Ev demek Herêma Kurdistanê rastî çend pirsgirêkên siyasî û abûrî bûye, bandora xwe li ser jiyana xelkê Kurdistanê kiriye û hiştiye ku xelkê kurdistanê rastî cûreyek ji reşpîniyê derbarê paşeroja xwe û paşeroja welat bibin û bi hêvîne ku bi lez ev qeyran werin çareser kirin.
Basnews
