Şêwirmendê Davûtoglu: Hikûmeta AKP dê ne guh bide Ocalan ne jî guh bide HDPê!
Rojnamevanê ermenî yê Tirkiyê Etyen Mahçûpyan li ser encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê yên Tirkiyê ji malpera Al Jazeera Turkê re axivî û got, ez bawer nakim hikûmeta nû helwesta xwe ya li hember PKKê biguherîne. Li gorî min operasyonên li dijî PKKê dê bidomin her wiha helwesta hikûmeta li hember PYDê jî dê bidome û îhtimala ku HDP jî muxateb were girtin, pir kêm e.
Mahçupyan, ku niha wek şêwirmendê fexrî yê Serokwezîrê Tirkiyê Ahme Davûtoglu ye jî, anî ziman ku divê AKP di warê pêkanîna reforman de hinek sozan bide kurdan û hinek tiştan ji wan re bêje.
Li ser rola rêberê PKKê Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de jî wî rojnamevanê ermenî got, li gorî min hikûmeta nû dê ne guh bide Ocalan ne jî guh bide HDPê. Jixwe a niha AKP û kurd rûbirûyî hev mane.
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên 1ê Mijdarê, AKP dikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne.
Rudaw
