Pêşmerge çend navçeyên Şingalê azad kirin
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî rûberekî fireh ji bajarokê Şingalê azad kirine.
Li gorî zaniyariyên ku ajansa (Rûsya Elyom) li ser zimanê çavkaniyekê berpirs ji hêzên Pêşmerge li Şingalê belav kiriye ku, îro 1 Mijdarê Pêşmerge ji çend aliyan ve êrîş birine ser baregeh û navendên DAIŞê li Şingalê kirine, bûberekî fireh ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kirine, herwiha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi tundî alîkariya Pêşmerge kirine û baregehên DAIŞê bombebaran kirine.”
Herwiha wê ajansê eşkere kiriye ku êrîşa îro ya Pêşmergeyan bi bin çavdêrî û agaha Serokê Herêm aKurdistanê Mesûd Barzaî de bû û hêzek taybet jî di vê operasyonê de beşdar bû.
Jibo piştrastkirina van zaniyariyan BasNews hewil da ku bi çend çavkaniyên Pêşmerge re pêwendiyê bike lê pêwendî nehatin girêdan.
Basnews
