Balefirên Îraqê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin
Li Kerkûkê balefirên artêşa Îraqê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin.
Fermanderê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragehand ku firokeyek nenaskirî Hêzên Pêşmerge bombebaran kir.
Kemal Kerkûkî ji rojnameya Elşerq Elewset a Lendinî re ragehand: “Berî du rojan firokeyek nenaskirî baregehên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê bombebaran kir.”
Herwiha got: “Wê firokeyê gundê Kubeybe bombebaran kiriye ku baregehên me lê ye, lê tu ziyan negişt baregeha me, roja piştre jî firoke hate ser gund û beşek ji gundê Kubeyba û gundê Mezîrya da ber rokêtan.”
Kerkûkê got: “Me pêwendî bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir da em bizanin ku ew firoke ya wane an na, lêbelê wan red kiriye k yew firoke ser bi hêzên wan ve be.”
Herwiha got: “Me pêwendî bi Hikûmeta Iraqê jî kiriye wan jî red kirine ku ew firoke bi fermana wan derketibe û ew dever bombebaran bike, lê em bi gomanin ku ew firoke Iraqî be jiber berî 15 rojan firokeyek din ew gund bordûman kir ku ew dever di bin destê Pêşmerge de ye û ti bingehekî DIŞIê li wê deverê tinene.”
Kerkûkî dibêje: “Wê demê me pêwendî bi odeya operasyonan kir û piştî lêkolînê diyar bû ku ew firoke Iraqiye, wê demê hikûmeta Ebadî jî ragehandin ku ev buyer nema tê dûbare kirin.”
