• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan jî dengê xwe avêt sindoqê

Gulan Media November 1, 2015 Nûçe
Erdogan jî dengê xwe avêt sindoqê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dibistanekê li Stenbolê dengê xwe da.

Îro li Tirkiyê hilbijartinên giştî tên kirin. Piraniya lîder û serokên partiyên siyasî yên wî welatî jî dengên xwe dan.

Piştî Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu, Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî li dibistana Sefiyet a Stnbolê dengê xwe da.

Erdogan, piştî ku ligel hevjîna xwe Amîne Erdogan dengê xwe avêt sindoqê, daxuyaniyek da û ragihand: “Em hêvîdar in ev hilbijartin bibe sedemek bo aramî û xweşiya welatê me.”

Serokomarê Tirkiyê wiha got: “Welatî nûnerên xwe hildibijêrin û divê em rêz li encamên hilbijartinan û nêrîna xelkê bigirin.”

Erdogan li heman dibistana ku di hilbijartinên 7ê Hezêranê de dengê xwe dabû, dîsa li wir dengê xwe avêt sindoqê. Hejmarek alîgirên partiya wî li derdora dibistanê kom bibûn, bo diyarkirina piştgiriya xwe bo AK Partî.

Rudaw
Top