• Thursday, 19 February 2026
logo

Davûtoglu jî dengê xwe avêt sindoqê

Gulan Media November 1, 2015 Nûçe
Davûtoglu jî dengê xwe avêt sindoqê
Serokê Giştî yê AKPê û namzedê wê partiyê yê bajarê Konyayê Ahmet Davûtoglu dengê xwe avêt sindoqê.

Îro li Tirkiyê hilbijartinên giştî tên kirin. Lîder û serokên partiyên siyasî jî hêdî hêdî dengên xwe didin.

Piştî Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu jî dengê xwe da.

Davûtoglu ku namzedê AKPê yê Konyayê ye, piştî ku dengê xwe avêt sindoqê, daxuyaniyek da û got, em hêvîdar in ev hilbijartin bibe sedema geşbûna demokrasî û aramiyê.

Serokê Giştî yê AKPê her wiha ragihand, encamên hilbijartinan çi dibin bila bibin, divê her kes qebûl bike û got, înşala ezê “Axaftina Balkonê” jî bikim.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê li Stenbolê dengê xwe bide, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê li Enqerê û Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî jî dê li Enqerê dengê xwe bidin.

Rudaw
Top