Rojnamevanekî Tirkiyê behsa dewleta Kurdistanê dike
Rojnamevanê navdar ê Tirkiyê û şarezayê siyaseta Rojhilata Navîn di Uğur Dündar di hevdîtinekê de behsa pirojeya Kurdistana Mezin dike û dibêje bi saya AKPê dê bibe rastî.
Uğur Dündar amaje bi şerê 30 salîde di navbera Gerîlayên PKKê û Tirkiyê de dike û dibêje niha şerê DAIŞê jî kete ser, Uğur Dündar di hevdîtinekê de ligel rojnameya Sozco ya Tirkiyê behsa şerê navbera PKK û Hikûmeta tirkiyê de dike û dibêje; ew şer bi hesanî bidawînabe, rexneyê li AKPê dike ku gelek tişt di ser were derbasbûn bêyî ku hest bi metirsiyê bike.
Derbarê çima Ewropa nahêle Tirkiyê navçeya aram li Sûriyê pêkbîne jibo penaberên Sûriyê lê kombike Uğur Dündar got: “Tirkiyê di siyaseta Sûriyê de şikest, Ewropa nebêje wê navçeyê ava bik jiber ew dixwazin nexşeya navçeyê bi temamî bugherin, di vê guhertinê pirojeya dewleta Kurdistanê heye, jibo ew piroje cîbicî bibe wê gav bi gav ber bi cîkirinê dibin, kantonên ku li Sûriyê hatine ragehandin hindik maye bighên hev, û ber bi deryayê ve diçin jibo ku sînorê deweleta Kurdî li ser deryayê jî hebe, pêşî AKPê hest bi vê nekir, lê niha hest pê dike.”
Navborî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Heger dewleta Kurdî li bakurê Sûriyê ava bibe wê demê Başûrê Kurdistanê dikere petrol xwe rasterast di riya dewleta kurdî re bifroşe û pêwîstiya wê bi tirkiyê namîne.”
Basnews
