Li Dêrsimê şer derket: Gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest da
Îro li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdana hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir lê li hinek deverên Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de derketiye.
Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê Serkan Înce ragihand, duh li gundekî nêzîkî bajarê Dêrsimê, di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket ku di encamê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
Înce da zanîn ku niha rewşa bajêr aram e û ti aloziyek nayê dîtin.
Ji aliyekî din, medyaya nêzîkî HDPê ragihand, li navçeya Bismilê ya Amedê jî hêzên polîs avêtine ser hinek malan û gulle avêtina xanî û avahiyan.
Rudaw
